Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê îlonê de di navbera saet 10.00-11.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundê Mirganiş ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 20’ê îlonê de di danê serê sibê de li Agirî yê li Çakirbeg ku bi ser Eledagê ye ji aliyê Artêşa TC’ê opreasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê danê êvarî de bêencam paşde zîviriye.
3.Di 14’ê îlonê de li navçeya Agirî yê Patnosê li dijî herêma Kertevinê ku bi ser Eledagê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di 15’ê îlonê bê encam paş de zîviriye.
4. Di 19’ê îlonê de li Herêma Parastina Medya li dijî Dola Şifrezan, Gundê Bircelan û Girê Hakan ku bi ser Zapê ye di encama erîşa havan û obusan ku ji aliyê Artêşa TC’ê hatibû lidarxistin, şewata li herêmê destpê kiribû hîn jî berdewam dike.
21 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG