Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundiyên Aşûtê ku bi ser Hefteninê ye tevî ku ji qereqolên Artêşa TC’ê destûr girtibûn ku biçin zozanan ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî gundiyan êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Herweha bi çekên ferdî jî gundiyên Aşûtê ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye gulebarankirin.
Di encama êrîşan de 40 sewalên gundiyan telef bûye.
2. Di 21’ê Îlonê de li herêma Kanirê ku bi ser Osmaniyeyê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha ji aliyê dijmin kemîn jî hatiye avêtin. Di navbera leşkêrên dijmin ê derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Cardin herêm ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye şewitandin. Piştre bi ambulansan hatiye vemirandin.
3. Di 21’ê îlonê de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Orê ku nêzî xeta sînot ya Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 16’ê îlonê de li navçeya Hatayê Dortyolê li dijî herêma Bilkê ji aliyê Artêşa TC’ê bi rengê kemîn avêtinê operasyonek hatiye lidarxistin. Di navbera leşkerên dijmin û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de gerîlayekî bi birîndarî dîl ketiye.
22 Îlon 2010