ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Gulanê de navbera saet 23.00’an û 31’ê Gulanê saet 08.30’an de balefirên bê mirov yên keşfê ên aîdê artêşa TC a dagirker Li ser Herêmên Parastinê yên Medya, herêma Qendîlê re bi şêweyekî zêde gerane. Weke din di 30’ê Gulanê de navbera saet 13.00 û 14.00’an de balefirên bê mirov yên keşfê ên artêşa TC a dagirker ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya herêma Zapê gerên keşifê berdewam kirine.
2. Di roja 30’ê Gulanê de li navçeya Sexole a girêdayî navçeya Bazidê ya Agiriyê de tevgera hewayî a balefirên artêşa TC a dagirker berdewam kirine. Weke din di heman rojê de saet 10.30’an de li ser herêma Glidag’ê re gera balafirên şer çêbûye.
31 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê