HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 29'ê Gulanê saet 23:00 heta 30'ê Gulanê saet 09:00 balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker li ser qada Qendîlê ya herêmên me yên parastinê yên Medyayê geriyane. Her weha di 29'ê Gulanê de saet di navbera 10:00 û 13:00 de, balafirên keşfê yên artêşa TC li qada Garê ya herêmên me yên parastinê yên Medyayê geriyan.

2. Di 29'ê Gulanê saet di 08:00 de, dema balafireke keşfê ya artêşa TC a dagirker saet di 08:00 de li qada Metîna ya herêmên me yên parastinê yên Medyayê digeriya, hêzên me yên gerîla bi çekên giran gule lê reşandine. Piştî reşandina guleyan, balafira keşfê ji qadê dûr ketiye. Her weha li hemberî çêkirina rêya artêşa Tirk a navbera Girê Serbesta û Girê Berana hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya hişyarkirinê de leşkerên di çêkirina rê de dixebitîn, neçar man xwe vekişînin.

3. Di 28'ê Gulanê saet di navbera 12:30 û 16:30 de balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker li herêma Sinega û quntarên çiyayê Çemçe yên Agirî keşif kirine. Bi van tevgera zêde a balfirên keşfê re li Agirî li ser hin rêyan tevgera leşkerî berdewam dike.

30 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê