Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de li navçeya Agiriyê Bazidê li dijî kozikên nobedara yên ewlekariya lojmanên sûbayan digire ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Herweha dotira rojê dijmin bi 3 ambûlansan kuştî û birîndarê xwe rakiriye Agiriye.
2. Di 28’ê Cotmehê de li naveçaya Çewlikê Dara Hênê li herêma Serê Lata li dijî yekîneyeke dijmin a derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me veçalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya veguheriye pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin.
3. Di 28’ê Cotmehê de di saet 13.15’an de li Osmaniye li taxa Satiuşagi li dijî pajîneke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs hatiye kuştin, polîsek jî birîndar bûye.
4. Di 28’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Karker û Naqîp ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. Bombebarana li herêmê hîn jî berdewam dike.
5. Dİ 28’ê Cotmehê de di navbera saet 23.00-24.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya yê li dijî herêma Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
6. Di 28’ê Cotmehê de di navbera saet 22.00-24.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Şeşdara ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
7. Di 20’ê Cotmehê de di navbera Mûş û navçeya Bedlis Norşînê li dijî konwoyeke leşkerî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Pîştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî herêmê Xivyon û Kotnî hatibû bombebarankirin. Di encama vê bombebaranê de em gihîştin agahiya şahadet a hevala me Goksun.
Nasnav: Goksun Mereş |
Hevala Goksûn di tekoşîna xwe ya azadiyê de li ser hîmê Tekoşîna azadiyê jinê de lêhûrbûnên kûr û bingehîn pêş xistibû. Bûyina mîlîtanê tekoşîna jina azad ya li pey şopa Zîlanan û Berîtanan ji xwe re weke pîvan girtibû. Herî dawî li herêma Garzanê di êrîşa artêşa dagirker de tevlî nava refê nemiran bû.
29 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê