Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 31'ê Gulanê de di saet 19.30'an de di navbera navçeyên Bazîd û Diyadîna Agiriyê li dijî leşkerê li ser Girê GomaTemira de bicîh bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
2. Ji 29'ê Gulanê û vir ve li navenda Colemergê ji bo qereqola Peyanûsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk leşker û cebilxanê tê veguheztin. Herweha li herêma amadekariyên operasyonê heye balefirên keşfê jî digerin.
1 Pûşper 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê