HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 1'ê Hezîran de di saet 13.30'an de li ser riya Bedlîs Sêrtê li derdora Şîna Dogan li dijî konvoyeke leşkerî ya derdikeve operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke 5 tîmên taybet tê de hate rûxandin, 5 tîmên taybet ên di wesayitê de jî hatin kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopoterên skorsky û embûlansa ji herêmê dûr xistiye. Herweha bi helîkoptêrên kobrayan li dijî herêmê bombebaran hatiye kirin. Piştî bombebaranê operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

3 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê