Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan, Çelê û Geverê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakî li dar xistine.
Di 30’ê Tîrmehê de di saet 13.20’an de hêzên me li dijî girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker di 15.30’an de operasyonek dane destpêkirin. Hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên ku derketine operasyonê çalakiyeke operasyonê li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Di 31’ê Tîrmehê de saet di 23.30’an de konvoyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê nêzî gundê Çemê Bedel bûye hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li vê konvoyê dane û li vê derê 2 wesayîtên zirxî îmha bûne. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra qada çalakiyê bomberdûman kirine.
Di 31’ê Tîrmehê de saet di 11.30’an de hêzên me li dijî leşkerên girê Elîşêr ê Geverê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
2. Di 30’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di navbera gundê Şapatan û Serero yê Şemzînanê çalakiyek dane destpêkirin. Hêzên dijmin xwe bera Gêdûka Bêtkarokê, girê Şehîd Zîlan û Xuro û gundê Serero dane û ketiye nav gundê Sereroyê. Leşkerên dijmin di gund de kontrol kirine û bi çekên giran li derdora gund dane û agir bi bejahiyê ketiye. Operasyon hê jî didome.
3. Di 27’ê Tîrmehê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li gundê Şageldî yê Hezroya Amedê û geliyê Berbûş, li derdora gundên Reşanê û Zilek ên Farqînê ya bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de leşkerên dijmin hin gundiyên Reşanê xistine binçavan. Operasyon di 28’ê Tîrmehê saet di 19.00’an de bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.
4. Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di 29’ê Tîrmehê de li qadên Navsera Kûrîs û Mêrgelo ya herêma Şehîd Cûma ya Bîtlîsê bi piştgiriya yekîneyên veşartî operasyonek daye despêkirin. Di heman rojê de hêzên dagirker di saet 12.00’an de û di 30’ê Tîrmehê di destê sibehê de bi obus û hawanan li qada operasyonê dane. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ketiye.
Di 31’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
5. Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me wesayîteke ku tê de tîmên taybet û îstîhbaratvan tê de bûne, xistine bin kontrola xwe. Hêzên me di 30’ê Tîrmehê de di saet 18.00’an de di navbera gundên Kulê û Demîrkapiyê yên bi ser Bazîdê Agiriyê ev wesayît kirine hedef. Gerîlayên me wesayît dane sekinandin û bang li dijmin kirine ku “teslîm bibin.” Dema ku wesayîtê xwestiye bireve hêzên me li wesayîtê dane. Di dema çalakiyê de yekîneyeke taybet jî xwestiye li hêzên me bide lê hêzên me li vê yekîneyê jî dane û vê yekîneyê dev ji kozikên xwe berdane û reviyane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi piştgiriya balefirên şer, leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi şev ji qadê derxistine.
Kesekî bi navê Seyît Aydemîr ê ku bi artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker re dixebite û di şehadeta gerîlayên me de tiliya wî heye di 27’ê Tîrmehê saet di 19.00’an de li qada Tendûrekê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.
6. Di 31’ê Tîrmehê de saet di 13.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qadên Gundê Filleha û Cîloya Biçûk a Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.
7. Di daxuyaniya xwe ya di 15’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku, di 2’ê Tîrmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi piştgiriya balefirên şer û balefirên keşfê li gundê Hedilê û mezraya Simo ya Hezexê ya bi ser Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de hêzên me derbên giran li dijmin dane û 5 hevrêyên me piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne.
Nasnav: Cemal Serhat |
Cemal – Hasan Bılıkanlu
Nasnav: Hogır Botan |
Hogır – Bayram Şapur
Nasnav: Rojhat |
Rojhat
Nasnav: Sinan Tolhıldan |
Sinan – İlyas Aydın
Nasnav: Ziya Çiyager |
Ziya – Özgür Can
1ê Tebaxê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPGê