Ji Çapemenî û Rayagiştî re !
1. Roja 23'yê Tîrmehê di saetên sibehê de artêşa dagirker a TC'yê li herêma Şehît Êrîş a ku girêdayî başûrê Mûşê ye, bi alîkariya IHA'yan operasyon da destpêkirin. Di heman rojê saet di 17:00 de li heremên Kerenganê, Zovangê û Geliyê Mêmeka ku girêdayî navçeya Amedê Pasûrê ne dijmin leşker daxistine.
Artêşa dagirker di rojên 24 û 25'ê Tîrmehê de bi ser gundên ku li heremê ne girtine, gel tehdît kirine û pê re jî roja 26'ê Tîrmehê bi daxistina leşkeran ya li qadên Serêspî, Berbihîv, Tarkûş, Girên 15'ê Tebaxê û gundê Oberka bergeha operasyonê fireh kirine.
Yekineyeke operasyonê ku zilmê li gelê me dikin, 26'ê Tîrmehê saet di 10:40'an de ji aliyê hêzên me ve hatine hedefgirtin. Ji yekineya dijmin a ku bi bandor hatiye lêxistin, bi qasî ku hatiye zelalkirin 5 leşkerên dijmin hatine kuştin, yek jî birîndar ketiye.
Artêşa dagirker a TC'yê ku derbe xwar, 27'e Tîrmehê bi qismî ji qadê vekişiyaye. Di vê hefteyeke operasyonê de artêşa dagirker a ku li heremê bê navber bi ser gundan de girtiye, xwestiye ku gel bitirsîne lê roja 30'e Tîrmehê bi awayekî bê encam paş ve vekişiyane.
2. Li qada Goma Hecî Cemîl ku girêdayî Licêya navçeya Amedê ye, 2 kontrayên bi navên Omer Demirbaş û Mûsa Demirbaş ku bi artêşa dagirker re hevkarî kirine û di operasyon an de ji wan re rêbertî kirine û rê li ber şehadeta hevalên me vekirine, roja 14'e Tîrmehê ji aliyê hêzên me ve hatine cezakirin.
3. Çapemeniya tirk ya taybet a şer, nûçeyek gihandiye ku roja 21'ê Tîrmehê li navçeya Sêrtê Berwariyê, êrîşeke hewayî hatiye kirin, di vê êrîşê de 6 gerîllayên me şehîd ketine, her wiha berpisyarê qadê jî teslîm bûye. Ev nûçeya ku çapemeniya şer a taybet belav kiriye ji binî ve derew e û perçeyekî şerê psîkolojîk e ku li hemberî gelê me tê meşandin.
4. Roja 26'ê Tîrmehê kesekî bi navê Baran Bager ( Sadik Pala), li navçeya Colemêrgê Geverê xwe teslîmî hêzên dijmin kiriye û bi dijmin re hevkariyê dike. Divê gelê me yê li heremê li dijî vî kesî hişyar û baldar bin.
5. Roja 30'e Tîrmehê balafirên şer yên artêşa dagirker a TC'yê, li gundên Zêvê û Karê ku di nav sînorên Başûrê Kurdîstanê de ne, kesên sivîl ên ku di çemê Zapê masî digirtin bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de 2 wesayîtên ku aîdî kesên sîvîl in îmha bûne û sîvîlek jî birîndar ketiye.
- Roja 28'ê Tîrmehê di saetên êvarê de qereqolên aîdî artêşa dagirker a TC'yê ku li sînorên Kurdîstana Başûr in, li herema Geliyê Pîsaxa ya ku girêdayî Heftanîna Qadên Parastinê yên Medyayê ye, sîvîlên li qadê bi obus, havan û tanqan bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de 2 wesayîtên ku aîdî kesên sîvîl in îmha bûne û 6 sîvîl jî birîndar ketine.
6. Roja 19'e Tîrmehê li Dêrsimê li geliyê Harçikê di encama pevçûnên di operasyona ku artêşa dagirker dabû destpêkirin de 5 hevalên me şehîd ketibûn. Hêzên dagirker ên ku li qadê bombebaranek gur pêk anîn, welatparêzekî ji gundê Vankokê bi navê Ercan Guneş ê ku li qadê bû şehîd xistine. Ercan Guneş, wek kesekî ji bo gel û doz xwe ked daye, tevlî refê şehîdan bûye. Di serî de em ji malbata wî re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wî bidin jiyîn.
7. Di daxuyaniya me ya 18'ê Tîrmehê de, me dabû zanîn ku di 13'ê Tîrmehê de artêşa dagirker a TC'yê bi alîkariya helîkopterên kobra yên êrîşê, balafirên şer û yên keşfê li qada Şehîd Serxwebûn a Amedê operasyon daye destpêkirin û di encama pevçûnên giran ên di navbera hêzên me û artêşa dagirker de 4 hevalên me şehîd ketine. Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd ketine bi vî awayî ne :
Nasnav: Agît Simko
Nav û paşnav: Yûsûf Reşîdî
Cihê jidayikbûnê: Bane
Navê dayikê û yê bav: Amîne – Mûstafa
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 13. Tîrmeh 2017 / Amed
Nasnav: Bager Felek Kop
Nav û Paşnav: Vedat Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Muş
Navê dayikê û yê bav: Fîlîz - Fevzî
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 13 Tîrmeh 2017 / Amed
Nasnav: Serhat Baz
Nav û paşnav: Yakûp Tataş
Doğum Yeri: Mersîn
Navê dayikê û yê bav: Halîme – Mehmet Kasim
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 13. Tîrmeh 2017 / Amed
Nasnav: Serhildan Mahîr
Nav û paşnav: Mehmet Reşît Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê dayikê û yê bav: Leyla – Mehmet Saît
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 13. Tîrmeh 2017 / Amed
8. Roja 6'ê Tîrmehê saet dora 23:30'an de li nêzîki gundê Dawûşa yê ku girêdayî navçeya Colemêrgê Çelê ye, hêzên me yên ku rastî leşkerên artêşa dagirker a TC'yê tên, bi wan re şer dikin. Di vî şerî de 2 gerîllayên me yên ku bi dijmin re sîng bi sîng şer kirine şehîd ketine. Hejmara leşkerên kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.
Nasnav: Aşkan Eftelya
Nav û paşnav: Sevdîn Dîk
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê û yê bav: Şehrîban - Îkram
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6. Tîrmeh 2017 / Colemêrg
Nasnav: Şiyar Serxwebûn
Nav û paşnav: Abdulsamet Aktan
Cihê jidayikbûnê: Batman
Navê dayikê û yê bav : İpek - Süleyman
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 6. Tîrmeh 2017 / Colemêrg
31'ê Tîrmehê 2017
Navenda Ragihandina Çapemeniya HPGê