HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 2’yê îlonê de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember sêgoşeya Avaşîn û Basya û gundê Mêzê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama van êrîşan de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.

2. Di 2’yê îlonê de ji hêla artêşa TC’ê ve li qada Eledaga navçeya Diyadîna Agiriyê operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî hê jî didome.

3. Artêşa TC’ê operasyoneke ku di 28’ê tebaxê de li hember qada Govendê ku bi ser Şemzînanê ve girêdayî ye da bû destpêkirin, bi paş ve vekişandiye.

4. Di 27’ê tebaxê  ji hêla artêşa TC’ê li gundê Hinyatê û Girgirê û derdorê wê, dîsa li qadên Sihnan, Reşanê, Şêlîna û Malê Gir ku girêdayî qada Şehîd Kendal in û bi ser navçeya Licê ya Amedê ne, bi zanebûn şewat tê derxistin û li van qadên navborî şewat hê jî berdewam dikin.

3 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê