HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 3’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qadên Girê Nêriya, Şehîd Reşîd û Şehîd Dogan ku girêdayî qada Tendûreka Agiriyê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku berdewam dike de, xebatên kemînavêtinan didomin.

2. Di 3’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Mergezerê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî hê jî didome.

3. Di 2’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Sarincek, Xirbê Xalo, Gundê Badibê, Şehîd Mahîr, Navsera Bagok û Xirbê Cinnetê ku girêdayî Bagoka Mêrdînê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di 4’ê îlonê de danê sibehî beşek operasyonê bi paş ve vekişiyaye û eydî Artêşa TC’ê yekîneyên biçûk bi armanca kemînavêtin û keşfê li qadan hatine hiştin.

4. Di 2’yê îlonê de li qada Eledaga Giyadîna Agiriyê operasyona ku ji hêla Artêşa TC’ê ve hatibû destpêkirinê, ber bi qadên Bîrkaner, Gerçelek, Kozbaşî, Gola Koviya, Warê Çekema hatiye berfirehkirinê û li qadan yekîneyên biçûk ên kotra ji bo keşf û kemînavêtinan hiştine.

4 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê