HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 8’ê cotmehê de li Amed li dijî Geliyê Gudarnê, Cêmakê, Hindesê, Şerîma û Malagir ku di sêgoşeya Ferqîn, Hezro û Pasûrê ye bi maşînên zirx ên Artêşa TC’ê bi tevlêbûna cerdewanên Sedeka, Şînê û Şêgeldî operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon hîn jî bi keşif û kemîn avêtina yekîneyên veşartî berdewam dike.

 

2. Di 9’ê Cotmehê (îroj) di navbera saet 05.00-07.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Mirganiş, Petrot, Ertuş, Şîfreza, Keleyên Ertûş û Petrot, Girên Hawan û Şehîd Colemerg û Geliyê Şehîd Dijwar ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 8’ê cotmehê de di navbera saet 11.00-12.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Veregoz û Mêrganê û herêma Şitaza ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

9 Cotmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG