Ji çapemenî û raya giştî!
1. Di 7’ê Cotmehê de ji nîvro heta saetên êvarî li navçeya Colemergê Çelê li dijî gundê Talîsê û Kepê Mirîşka ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
2. Di 7’ê Cotmehê de li Colemerg li dijî zozanên Erkîtê, Betkarê û Nuspatê ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna 60 maşînê reyo operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman demê de li dijî Çiyareşkê bi tevlêbûna 500 tîmên taybet operasyonek hatiye destpêkirin.
3. Di 7’ê Cotmehê de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehît Berîtan û Karker û Geliyê Telefonê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 7’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-24.00’ande li navçeya Şirnex Qilabanê li dijî Kela Biçûk ku girêdayî Kela Memê ye ji aliyê helikopterên kobra hatiye bombabaran kirin.
5. Di 17’ê îlonê de li navçeya Mêrdînê Nisêbînê li herêma Bagokê hevalê me yê diçûn ser kar, pê li ser mayineke ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye danîn di encama teqînê de Agît Suruç (Ahmet Uğur) û Cuma Amanos (Rêzan Yağmakan) gihîştine şahadetê.
Nasnameyên hevalê me yê şehîd ketine;
Navê kod: Agît Suruç |
Navê kod: Cuma Amanos |
8 Cotmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG