HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24’ê cotmehê de li Amed li herêma Şehid Kendal ku di navbera Lîcê, Hezro, Karaz û Ferqîn e ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di 25’ê cotmehê de di saet 05.00’ande lêgerînan dikin û di heman rojê de di saet 13.00’ande bi piştgiriya maşînên bi zirx bêencam paşde zîvirîne.

2. Di 24’ê cotmehê de li navçeya Amed Lîcê li dijî Geliyên Akro û Dizeynî ji aliyê yekîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê bi rengê kemînan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona bi rengê kemînan berdewam dike.

3. Di 25’ê cotmehê de him di saetên sibê de him jî di saetên êvarî de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Angola û Çiyareş, Gundên Ditaza, Angola, Sarkê û Sipîndarok ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin, herweha ji aliyê tankan jî bombebaran hatiye kirin.

4. Di 24’ê cotmehê de ji saet 23.00’an heta 25’ê cotmehê saet 13.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Karker û Şehîd Kurtay ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

26 Cotmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê