HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24.00’ê cotmehê de li navçeya Şirnexê Sîlopiyê li dijî Girê Kulpê Çeta, Şehîd Adil, Şikêrê Kera, Spîndarok, Gundik Remo Û Kulingdar ku bi ser Cîlo  ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya kobra û heronan operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

2. Di 24’ê cotmehê de di navbera saet 11.00-12.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Zê, Newala Biyê û Deşta Bîrka ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 23’ê cotmehê de di saet 22.00’ande li navenda Dersimê li taxa Cumhuriyetê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê Tîma Çalakiyê ya Şehîd Pale ji bo bîranîna gerîlayê me yê li Pulur ê şehîd  ketine bi armanca tolhildanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin 4 leşkerê tîmên taybet ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, tîmekî taybet jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê di navbera gerîla yê û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin, hevalê me yê bi navê Bahoz Cudî (Bawer Kortik) birîndar dibe. Ji bo nekeve dest dijmin bombeya xwe bi xwe de diteqîne û tevlî kerwanê şehîdan dibe.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;

Bahoz - Bawer Kotik

Navê kod: Bahoz Cudî
Nav û paşnav: Bawer Kotik
Sal û cîhê jidayikbûnê: .. / Dersim
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2009 /Dersim
Navê dê û bav: Zarîfe – Xidir
Dîroka şehadetê: 23 Cotmeh 2010 / Dersim

25 Cotmeh 201

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG