Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de di navbera navçeya Basaya Şirnexê û navçeya Dihê ya Êlihê bi armanca çêkirina riya leşkerî de li dijî şantiyeya di navbera Bilûcanê û Banê Askê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. 6 wesayitên xebatê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Di saet 04.00'an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan li herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.
Di dema çalakiyê de rêhevaleke me di encama qezayekê de gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Huseyin Mûnzûr |
2. Di 14'ê Hezîranê de li Amedê li herêma Dorşînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de di saet 04.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên deketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
3. Di 15'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li Şirnexê li Deriyê Çilmêra ya Çiyayê Cûdiyê şîrketeke di çêkirina riyên bi armanca leşkerî de dixebite tevî beriya niha hatiye hişyar kirin û xebatê xwe nerawestandiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. 2 wesayitên kar ê di şantiyê de hatiye rûxandin.
4. Di 15'ê Hezîranê de di saet 12.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li herêma Deriyê Dawetiyaya li ser sînor di navbera gerîlayên me yê YJA-Star û leşkerên dijmin pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 6 leşkerê dijmin hate kuştin, 4 jê jî birîndar bûye.
5. Ji 15'ê Hezîranê de di saet 12.00'an heta 16'ê Hezîranê danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bêtalma, Kevirê Botê û Geliyê Konferansê yên ser sînor Heftenînê û Deriyê Dawetiya ya bi ser navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
16 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê