HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12'ê Hezîranê de di saet 01.00'an de li li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî xeta lûleyê ya petrolê ya di navbera gundê Kertwînê û Nisêbînê re derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de xeta lûleyan hatiye texrîpkirin, ji ber nêzî cîhwaran bû nehatiye şewitandin.

2. Di 12'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de di navbera navçeyên Şemzînanê û Geverê yên Colemergê li nêzî nûqteya Nêrdûşê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hate kuştin, wesayitek jî hate derbekirin. Piştî pevçûnê operasyona li herêmê hate destpêkirin danê êvarî paş de vekişiyaye.

3. Di 13'ê Hezîranê de di saet 17.00'an de li navçeya Elbaka Wanê li nêzî qereqola Xalkawayê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hate kuştin leşkerek jî birîndar bûye.

4. Ji 13'ê Hezîranê û vir ve him bi roj him bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî GeliYê Zap, Ertûş û Cîloyê Biçûk ên bi ser navçeya Çelê ya Colemergê û li dijî Çiyayêreş a bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebaranê li herêmê hîn jî berdewam dike.

15 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê