HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Gerîlayên me’ê li sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê yên Amedê çalakiyek li hemberî leşkerên derketine operasyonê li dar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 12 leşker hatine kuştin û 4 nasname jî hatine desteserkirin.

Di 18’ê Tebaxê de leşkerên artêşa Tirk ên li sêgoşeya Hênê, Licê û Karazê yên Amedê li hemberî herêma Şehîd Rojhat operasyonek berfireh dane destpêkirin. Leşkerên ku xwestine ji du milan ve êrîşê li dar bixin di saet 12:00’an de ketine kemîna gerîlayen me.

Ji leşkerên ku bi çekên BKC, B-7 û ferdî hedef hatine kirin 6 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Pevçûnên vê derê heya saet 16:30’an dewam kiriye. Di dema pevçûnê de helîkopterên Kobra jî tim herêma pevçûnê gulebaran kirine. Yek ji Kobrayên ku êrîş dikir bi awayekî bi bandor hatiye hedefgirtin û kobrayê derbek mezin xwariye û neçar maye ji herêmê dûr bikeve. Di dema van pevçûnan de gerîlayê me yê bi nave Dilgeş Batman şehîd ketiye.

Operasyon saet 21:00’ê bi awayê li derdora gundê Pilika yê girêdayî Licê û girên nêzîkê wê bi bicihbûnê re berfirehtir bûye û dewam kiriye. Gerîlayên me saet 22:00’an li hemberî artêşa Tirk a li gir bi cih bûne çalakiyek bi bandor li dar xistine. 3 çeperên li ser gir bi temamî hatine îmhakirin û gerîlayên me çûne ser 4 cenazeyên leşkeran. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk ên di vê çalakiyê û pevçûnan de hê zêdetir e.

‘Kelûpelên Leşkerî Yên Ji Alîye Gerîlayen Me Ve Hatıne Bıdestxıstın’

3 çekên G-3, 9 şarjorên wê, 270 guleyên wê

1 çeka BKC, 460 guleyên wê û gelek şerîdên wê

1 çeka Roketavêja B-7, 4 roket û heşûya wê

1 bombeya dest

1 bêtêla biçûk

2 cîhazên GPS’ê

2 telefon, 2 êlekên pola, 4 cilên baranê, 1 pûsûla, 6 çente, 1 nexşe û gelek kelûpelên din ên leşkerî hatine bidestxistin.

‘Nasnameyên Leşkerên Hatıne Bıdestxıstın Wihane:

nasnameyên leşkerên, Mehmet Alî Ceben, Oktay Çoban, Alî Koç (Berbaz e) û Metîn Aydemîr (Berbaz e) jî hatine bidestxistin. Operasyon cih bi cih hê jî dewam dike.

‘Daxuyanıya Serfermandarıyê Derew E’

Artêşa Tirk piştî çalakiyê erazî rasterast gulebaran kiriye. Di encama van gulebaranan de li erazî şewat derketiye.

Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Gimgim a Mûşê û Farqîn a Amedê şehîd ketine hatiye lidarxistin. Xelkê herêmê yê mudaxaleyî şewata li erazî kir li Farqînê rastî êrîşa artêşa Tirk hatine.  Der barê daxuyaniyên Serfermandariyê yên têkildarî êrîşê tê gotin ji nava mertalên zindî hatiye kirin, ti eleqe û peywendiya yekîneyên me yên gerîlayen me pêre tine ye.

Nasnameya gerîlayême ê  jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

maskeli foto 1

 

 

 

 

Nasnav: Dilgêş Batman
Nav û Paşnav: Yasîn Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Sevîm - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Tebaxê 2015 / Amed

 

 

19 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG