HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di şerê 5'ê Mijdarê yê li Tinegrat a li bejahiya navçeya Amed Pîranê di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa Tirk de qewimî, herî kêm 6 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 6'ê Mijdarê jî, li hemberî yekîneyên amadekarî dikirin êrîşî Şehîdgeha Şêx Seîd bikin êrîşeke sabotajê hat kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê beşek ji yekîneyên leşkerî  di roja 6'ê Mijdarê xwe vekişandin û hin komên artêşa Tirk li herêmê kemîn danîne.

Artêşa Tirk di vê operasyonê de mizgeft û beşek ji gorên li Şehîdgehê hilweşandiye û bomberdûmana xwe ya li herêmê didomîne.

Di dema vî şerî de têkilî bi komek gerîlayên me re qut bûye û der barê aqûbeta gerîlayên me de, agahiyên werin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA MALABADÎ

Gerîlayên me duh yekîneyên artêşa Tirk ên ji qereqola Malabadî ya Farqînê derketin operasyonê, hedef girtin û derbên bi bandor li wan xistin. Der barê windahiyên artêşa Tirk ên di vê bûyerê de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

LI ŞEMZÎNANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çalakiya hêzên gerîlayên me ya li hember qereqola Helena ya girêdayî navçeya Şemzînan a Geverê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Di 6’ê Mijdarê de saet 12.20’an tabûra leşkerî ya Licê ya Tirk; herêma Sîsê da ber obusan.

Di 6’ê Mijdarê de saet 09.30’an helîkopterên Kobra, girê Şehîd Gafûr ê li xeta sînorê herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, rasterast gulebaran kir.

Di 6’ê Mijdarê de saet 20.00-21.00’an balafirên şer herêma Şehîd Rahîme bomberdûman kir.

Di 6’ê Mijdarê saet di navbera 18.00 û 7’ê Mijdarê (îro) de saet 11.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê ser xeta sînor geriya.

Di 6’ê Mijdarê de saet 20.00-22.30’an Tepê Maymûn, qereqolên Vacîp û Alaya Topavêj a Gulyazi yên li xeta sînorê herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê; herêmên Deriyê Dawetiya, Girê Nêriya, Dola Bîtêlma, Kêlik û Şehîd Şêxmûs bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

Di 6’ê Mijdarê de saet 23.00-00.00’an qereqola Tepê Sor a girêdayî Tûgaya Çelê ya Colemêrgê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Şehîd Şoreş, Şehîd Mazlûm û Tepê Hakkarî  yên li xeta sînorê herêma Metîna bi obus û hawanan bomberdûman kir.

Di 6’ê Mijdarê de saet 16.00-20.00’an qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; herêma Devê Masî û herêmên derdora wê da ber obus û hawanan. Her wiha saet 17.00-17.30’an qereqola Êrîş, herêmên Xeregol û Canmeda bi obusan bomberdûman kir.

Di 6’ê Mijdarê de saet 12.00-16.30’an û saet di navbera 21.00 û di 7’ê Mijdarê de saet 07.00’an de li ser herêma Zapê, di 7’ê Mijdarê de saet 00.00-06.00’an li ser herêma Metîna pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha di 7’ê Mijdarê de saet 00.00-06.00’an li ser herêma Metîna tevgera balafirên şer hêbû.

7 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG