ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk operasyonên xwe yên li herêma Oremarê didomîne.
Hêzên gerîlayên me li herêma Avaşînê bersiv dan êrîşan û li Dêrsimê jî gerîlayekî me şehîd ket.
OPERASYONA LI OREMARÊ DEWAM DIKE
Operasyona artêşa Tirk a li herêmên Oremar û Bînbîr ên navçeya Colemêrg Geverê dewam dike.
HÊZÊN GERÎLAYÊN ME BERSIV DAN ÊRÎŞA LI AVAŞÎNÊ
Di êvara 1'ê Mijdarê de saet di navbera 19:30-21:30 de artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li qada Şehîd Rahîme ya li herêma Avaşînê reşand.
Di 1'ê Mijdarê de saet di navbera 21:30-22:00 de qereqola Oremarê obus û hawan avêtiye qada Şehîd Rahîme û Şehîd Gafûr. Di roja 2'ê Mijdarê de saet di navbera 03:00-11:00 de li herêma Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov ve keşif kir. Di 1'ê Mijdarê de saet di 20:00 de li hemberî êrîşa bi çekên giran a qereqola Bêzok a li herêma Avaşînê, hêzên me yên gerîla çalakiya bersivdayînê pêk anîn. Di encama lêdanên xurt de artêşa Tirk kuştî û birîndar da, lê encam nehat zelalkirin. Qereqola Bêzokê dûre bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
LI DÊRSIMÊ GERÎLAYEKÎ MÊ ŞEHİD KET
Di 31'ê Cotmehê de saet di 15:00 de li qada gundê Rojmekê, komeke ji gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê, ket kemîna artêşa Tirk. Gerîlayên me yên bi kemînê hesiyan, li hemberî leşkeran şer kirin û di vî şerî de gerîlayekî me şehîd ket. Piştî vî şerî helîkopterên bi tîpa Kobra gule li herêmê reşandin. Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd, wê piştre were aşkerakirin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIDOMIN
Di roja 2'ê Mijdarê (îro) de saet di navbera 04:00-05:00 de li herêman Zapê, saet di navbera 06:00-11:00 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hate kirin.
Di 1'ê Mijdarê de saet di navbera 15:00-16:00 de balafirên şer li ser herêmên Qendîl û Xakurkê geriyan.
Di 1'ê Mijdarê de saet di navbera 13:00-14:00 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê ye; bombeyên mîsketê li herêma Xeregolê barand.
3 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG