Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Gulanê de di saet 16.00'an de li navçeya Hênê ya Amedê li dijî Qereqola Hekasorê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî û helîkopterên kobrayan mudaxeleyî cihê çalakiyê kiriye û herêm bombebaran kiriye. Operasyona piştî çalakiyê li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.
2. Di 4'ê Gulanê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî herêma Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5 Gulan 2012
Navenda Çapememî-Ragihandin a HPG'ê