HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Operasyona di 3'ê Gulanê li Dersimê li dijî herêmên Zela Biçûk, Zela Mezin û Rojnik ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû destpêkirin, herêmên Kulavik û Arek jî girtiye nava xwe û hatiye berfirehkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê bi dijwarî berdewam dike.

2. Ji 4'ê Gulanê saet 16.00'an heta 5'ê Gulanê saet 24.00'an li navçeya Zaxoya Duhokê li dijî Gundê Heftenîn û Geliyê Pisaxa ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Ji 2'ê Gulanê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Çiyareş, Gundên Elê, Sernê û Spîndarokê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê