HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 16'ê Gulanê de di saet 16.20'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Girê Qereqola Korxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin bi helîkopetêrên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

2. Ji 14'ê Gulanê û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Zapê, Ertûş û Cilo yên bi ser navçeya Çelêya Colemergê ye û Çiyareşa bi ser bajoraka Şeladiza Amediyêye ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.

3. Di 16'ê Gulanê de di saet 17.00'an de li navçeya Pulumura Dersimê li dijî navserên Tavneşî, Geliyê Xarçik û navserên Dokuzkayalar ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 16'ê Gulanê de di saet 21.00'an de li navçeya Kerborana Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me ve bi ser înşaata bi navê Metal Beton hatiye girtin. Karkerên li vir hatine komkirin, hatine hişyarkirin û ji bo zirarê nedin xwezaya Kurdistanê propaganda hatiye kirin.

17 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê