Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Gulanê de di saet 07.30’an de li navçeya Dortyola Hatayê li dijî leşkerên li Zozanên Bilkê û Girê Konserve yên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî koordîneya operasyonê de hate lidarxistin, bînbaşiyek, ustegmenek, tegmenek û leşkerek hate kuştin, leşkerek jî giran birîndarbûye. Di çalakiyê de herweha li dijî çeper û wesayitên leşkerî yên li derdorê jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin li vir nehatiye zelalkirin.
Hêzên dijmin bi wesayit û cil û bergên sîvîl tevlî vê operasyonê bûne û herweha opersayona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê yên ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike, cardin balefirên keşfê jî bênavber li ser herêmê keşfê difire.
2. Di 16’ê Gulanê de di saet 14.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî helîkopterek skorskyan a di navbera qereqolên Bêsosin û Rubarokê difiriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkoptera skorsky derbe xwariye şewat girtiye û naçar maya ji herêmê dûre bikeve. Piştî çalakiyê li dijî h erêma Xapûşkê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 17’ê Gulanê de di saet 16.30’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqola Rûbarokê bi topên hewanê hatiye bombekirin. Di encama çalakiyê de çawuşeke pispor û astsubayek hatiye kuştin 3 leşker jî birîndar bûye. Herweha 2 wesayitên leşkerî jî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, hewan û obusan li dijî çiyayên Govendê hatiye bombekirin.
4. Di 17’ê Gulanê de di saet 04.30’an de li navçeya Çelêya Colemergê li derdora Gundê Talisa li dijî yekîneyeke taybet ji aliyê gerîlayên me ve 2 çalakiyên cûda hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya yekemîn de 4 leşker hatine kuştin. Di encama çalakiya duyemîn de pevçûneke demkurt qewimiye lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker tirk ve li dijî Girên Garêya biçûk û mezin û herêma Ertûşa bi ser navçeya Çelê ye bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5. Di 17’ê Gulanê de di navbera saet 18.00-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Batûfa ya Zaxoye li dijî Kato Sûlê, Gundê Heftenînê û Girê Sîpan ên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
6. Di 13’ê Gulanê de di saet 23.,30’ân de li Mûşê li herêma Şenyayla bi daxistinan, li dijî Gundê Dara Biyê ya bi ser herêma Kozmêyê ye bi wesayitên zirxî ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersyonek hatiye lidarxistin. Di 14’ê Gulanê de di saet 11.30’an de li Gundê Badinê û navserên Şehîd Xelîl li dijî cerdewan û yekîneyên taybet ên tevlî operasyonê bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk ê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan naçar maye ji herêmê dûr bixînin. Di 15’ê Gulanê de di 19.30’an de li quntarên Kozmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Leşkerê dijmin ê nekarî ji bejahî de pêş ve biçe li herêma Kozmê û Kaniyê Kewê bi cîh bûye û li dijî zozanên Serê Spî, Rayle, Kerenganê û Oberkayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan, tank, hewan û obusan hatiye bombekirin. Operasyona cerdewanên Kizilagaç û Solxana Çewlikê, Gundên Kiyê û Badika yên navçeya Qulpa Amedê jî tevlê bûye berfireh dibe û berdewam dike.
18 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê