Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê Mijdarê de li navbera Şirnex û Colemergê de li dijî Geliyê Marînos, Kato Marînos û Katoyê Ortê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxintin.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn de ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Lîceya Amedê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin.
Di 2’ê Mijdarê de di saet 16.00’an de li navçeya Amedê li dijî Qereqola Angûl û girê ewlekariya girê qereqolê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji 4 baskan ketine girê ewlekariyê di nava 45 xulekan de gir xitine û 26 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Li vî girê herweha 2 çekên G3, 6 cercorên vê çekê û nasnameyeke leşkeran hatiye desteserkirin.
Gerîlayên me yê avahiya qereqolê jî daye ber guleyan, hemû çeperên wê û avahiya wê bi awayeke bandor hatiye lêdan. Li dijî karwaneke leşkerî ya ji bo mudaxeleya qereqolê dihatin ji aliyê gerîlayên xistine kemînê, wesayiteke kîrpiyê l gel 15 leşkerên tê de hatiye rûxandin. Karwana leşkerî ya naçar maye paş de vekişe, pişt re jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî derdora qereqolê hatiye bombekirin, bi wesayitên zirxî jî bê ser û ber hatiye gulebarankirin.
Di vê çalakiyê de 2 rêhevalên me jî gihîştiye şahadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Agit Amed |
|
Nasnav: Rohat Riha |
3. Di 2’ê Mijdarê de di saet 13.05’an de li navçeya Qaxizmana Qersê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa dagirker a tirk ê cilê veşartî li ber xwe kiribûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerên li beramberî bangawaziyên radest bibin, gule reşandin, di encama vê pevçûnê de 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Artêşa dagirker a tirk piştî bi wesayitên zirxî kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin.
4. Di 2’ê Mijdarê de di saet 11.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li girên Çetan bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştre ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5. Di 2’ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî derdora Samûra, Valto û Gundê Rindikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
6. Di 2’ê Mijdarê de danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nav sînorên Çeleya Colemergê li dijî herêma Şirfreza û Gundê Kanî Cennetê ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk heta danê nîvro ya 3’ê Mijdarê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê