HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî r!

1. Di 4’ê Mijdarê de li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî leşkerên li girê Aksipiyê yê ewlekariya Qereqola Axûkê digirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.

2. Di 28’ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê rêhevaleke me qezaya trafîkê derbaskiriye tevî hemû hewldanên rizgarkirinê gihîştiye şahadetê. Nasnameya rêhevala me ya gihîştiye şahadetê:

Nasnav: Diyana Dersim
Nav û paşnav: Feride Direvş
Cihê jidayikbûnê: Maku
Navê dayik û bav: Xezal - Cemal
Dîrok û cihê şahadetê: 28 Îlon 2012 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

3. Di 2’ê Mijdarê de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Qereqola Angul û girê ewlekariya wê digire çalakiyek hatibû lidarxistin û raya giştî hatibû agahdarkirin. Di çapemeniya tirk de tê gotin ku leşkereke ji Silopiya Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Ev leşker piştî çalkaiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye kuştin herweha navê leşkereke hatiye kuştin û ji aliyê artêşa tirk ve nehatiye eşkerekirin jî Onbaşiyê piyade Okan Çukul e.

4 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê