Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
7'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker bi yekîneyên xwe yên veşartî li qada gundê Selê yê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Heman rojê hêzên me yekîneyeke veşartî kontrol kirin û 9'ê Nîsanê li vê yekîneya veşartî xistin.
Ji cihekî nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên hatin kuştin bi wesayitên sivîl ji cihê çalakiyê bir û bêyî encamê werbigire ji herêmê vekişiya.
13'ê Nîsanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê