Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me yên YJA Starê 11'ê Nîsanê saet di 10:20'an de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Partîzan çalakî kirin.
Ji 2 baskan ve li kozik û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de sîstema radarê ya li ser gir hate îmhakirin û leşkerekî dijmin hate kuştin.
2. 9'ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Bektorya ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.
12'ê Nîsanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê