HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 8’ê Hezîranê saet 00.00’an de li ser rêya navbera navçeyên Amedê yên Hanî û Lîcê de panzerek ya artêşa Tirk a dagirker ku têde tîmên tevgera teybet hebûn bi armanca bersiva dijî komkujiya Lîcê ve ji aliyê yekîneyekî herêma ya gerîlayên me ve çalekiyekî mîsîlemê pêkanîne. Ev Panzera ku bi giştî hat îmha kirin, yên têde jî bi giştî hatine bê bandûr kirin.

2. Di roja 7’ê Hezîranê de saet 22.00’an de hêzên me yên gerîla li dijî çêkirina Bendava Ozaltin yaku li ser ava Perî ya girêdayî Dêrsimê çêkirina wê didome, ji bo sekinandina çêkirina wê çalekiyekî bi armanca hişyariyê li darxistine. Wesayitên karkeran yên vir ku hatin şewitandin, karker û ajokarên li vir kar dikin jî demekî hatine binçav kirin û piştre jî hatine berdan. Di roja 8’ê Hezîranê de li dijî herêma ku çalekî lê pêkhat balefirên bê mirov û helîkopterên bi tîpê skorsky yên artêşa Tirk a dagirker gerên zêde yên keşifê pêkanîne.

3. Di roja 8’ê Hezîranê saet 17.00’an de wesayitekî ku di çêkirina qereqola Gemane ya li nêzî gundên Feranîs û Geliyê Bêmbo yen girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku di xebitî, bi armanca hişyariyê hatiye bê bandor kirin. Weke din di roja 8’ê Hezîranê di navbera saet 18.30 û 22.00’an de balefirên bê mirov yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên me yên Parastina Medya, di ser herêma Zapê re gerên keşifê pêkanîne.

9 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê