ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 9’ê Hezîranê de di navbera 15.30 û 00.00’an de balefirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji Herêmên me yên Parastina Medya, herêma Zapê li gel xeta sînor ya Çelê re gerên zêde yên keşifê pêkanîne. Artêşa dagirker a Tirk dîsan ev gerên keşifê di roja 9’ê Hezîranê navbera saet 19.00 û 23.00’an de ji Herêmên Parastina Medya, herêma Zagrosê û ji saet 12.00 heya nîva şevê saet 00.00’an de li ser herêma Heftanînê re bi şêweyekî zêde didome.
2. Di roja 9’ê Hezîranê de saet 11.00’an de artêşa Tirk a dagirker ku ji bo qereqola Dêrik ya ku çêkirina wê didome ya herêma Gerdiyan ya girêdayî navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, dema kerwanekî leşkerî dihate şandina vê qereqolê hêzên me yên gerîla bi çekên giran bi armanca hişyariyê lêxistine. Li ser vê yekê karwan paşda vegeriyaye.
10 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê