HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di 21'ê Mijdarê de saet di 02:00 de artêşa Tirk btevlîbûna 10 hezar leşkeran li sêgoşeya navçeyên Amed Lice û Hênê-navçeya Çewlik Dara Hênê û li herêma Apê Mûsa dest bi operasyonê kir . Artêşa Tirk li qadên Talika Mezin, Taşlika Biçûk, Keçî Noktasi, Ziyareta Mezin, Ziyareta Biçûk, Qliboga, Paşê Çiya, Kambaz, Gorton, Çiyayê kelê, Qilêdar, Markê, Xweylî, Meçê Elik, Orta Alan û Gezan ên navbera navçeyên Hênê û Liceyê bi cih bû û operasyon li qadeke mezin berfireh kir. Heman rojê artêşa TC ketiye nava Şehîdgeha Şehîd Harûn û zerar daye şehîdgehê. Hêza operasyonê di heman demê de avêt ser gundên Peynik û Xîraba û gule li malan reşand. Di roja 22'ê Mijdarê de hêza operasyonê xwe vekişandiye, lê hin yekîneyên veşartî li qadê hene.

Bomberdûmanên ji aliyê artêşa Tirk ve tên kirin jî dewam dikin .

Di 22'ê Mijdarê de saet di navbera 14:00-17:00 de qereqolên Tepê Yekmal û Tepê Sînek ên li ser xeta sînor a Heftanînê; qada Bektorya, di roja 23'ê Mijdarê de saet di navbera 11:00-12:00 de jî artêşa TC a li qada Şehîd Kendal bi cih bû, obus û hawan avêt Girê Şehîd Rênas.

Di 22'ê Mijdarê de saet di navbera 16:00-18:00 de, Alaya Bilican a li ser sînorê herêma Zapê, bi obus, hawan, katyûşa û bombeyên mîsket qadên Şehîd Kahraman û Ertûşê bombe kir.

Di 23'ê Mijdarê (îro) de saet di navbera 08:00-10:00 de qereqola Tepê Sor a li herêma Metîna, hawan û obus avêt girê  Şehîd Şoreş,girê Şehîd Mazlûm û  girê Hakkari.

Di roja 23'ê Mijdarê de saet di navbera 10:00-12:00 de qereqola Oremarê ya li herêma Avaşî  bi tank, obus û hawanan derdora xwe bomerdûman kir.

Di 22'ê Mijdarê de saet di 18:00-21:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 08:00-22:00 de li herêma Heftanîn, saet di navbera 12:00-00:00 de li herema Zapê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.

23 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG