ji çapemenî û raya giştî re!
Di operasyona 65 rojan a Çarçela de, çekên ji teknîka giran hat bikaranîn û artêşê detayên berfireh ên vê operasyonê veşart bi vî rengî ser têkçûna xwe nixumand.
Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk, hêzên me yên gerîla, bi ruhê lehengiyê yê hevalê Şehîd Reşît Serdar derxist holê, li ber xwe dan. Hêzên me yên gerîla bi rêbaz û taktîkên bi bandor re nehişt artêş bi pêş ve biçe û di encamê de artêşê windahiyên giran da. Bi Pêngava Şehîd Reşît Serdar re li hemberî hêza dijmina ji 20 hezar leşkeran, gerîlayên me li Çarçela û Geliyê Doskî li lehengî li ber xwe dan. Di vê bexwedanê de windahiyên me yên gerîla jî çêbûn.
Li Çarçela-Geliyê Doskî di meha Cotmehê de şerekî giran û çalakiyên bi bandor pêk hatin. Di vî şerî de 7 hevalên me yên ku me rewşa wan baş zelal nekiribûn, şehîd ketibûn.
Di şexsê her heft hevrêyên xwe yên ku li hemberî şerê bi çek û teknolojiya herî dawî ya dewleta Tirk, nirx û rûmeta xwe bi vîneke serketî parastin, em hemû şehîdên xwe yên Çarçela û Geliyê Doskî bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bîranîna wan bi gavên ji xwe bawer bi ser bixînin.
Nasnameyên 7 gerîlayên me wihane:
Nasnav: Alîşêr Cîlo
Nav û paşnav: Ferdî Altekîn
Ji dayikbûn: Colemêrg
Dê û bav: Merîce-Ferman
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Cesûr Çatak
Nav û paşnav: Kemal Gungor
Ji dayikbûn: Wan
Dê û bav: Gurcu-Reşîd
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Cûma Bargirî
Nav û paşnav: Cem Demîr
Ji dayikbûn: Wan
Dê û Bav: Aynûr-Eşref
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Fîraz Botan
Nav û paşnav: Mahfûz Kûtlû
Ji dayikbûn: Şirnex
Dê û bav: Zahîde-Reşît
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Şahîn Cîlo
Nav û paşnav: Cahît Çakçi
Ji daykibûn: Colemêrg
Dê û gav: Gulîzar-Asker
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Şoreş Soran
Nav û paşnav: Zanko Mûhammedî
Ji dayikbûn: Sine
Dê û bav: Çînî-Mûhammed Demîn
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
Nasnav: Cemal Amed
Nav û paşnav: Makî Ceylan
Ji dayikbûn: Amed
Dê û gav: Sûltan-Mahmût
Şehadet: Cotmeh 2015 / Çarçela-Geliyê Doskî
22 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG