Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Avrêlê de di saet 07.30'an de li Amedê li dijî daristanên Ayi, Nuqteya Buzdolabi, Xeylan û Girê Tankê yên bi ser Akdagê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
Operasyona li herêmê danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.
2. Ji 22'ê Avrêlê ji saet 07.30'an heta 23 Avrêlê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Konferansê, Deriyê Dawetiya û xeta Şehîd Mahîr ên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Ji 21'ê Avrêlê ji saet 07.00'an heta 22'ê Avrêlê saet 19.00'an li Herêmên Parastinê yên Meydayê lidijî Gundên Erbîş, Şifreza, Cennetê , herêmên Cîlo û Ertûş ên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bênavber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 22'ê Avrêlê di navbera saet 14.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Ertûş, Gundên Erbîş, Şifreza, Petrot, Hîlalê û Cennetê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer bênavber êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
5. Di 22'ê di navbera saet 14.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Cîlo û Ertûş ên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
23 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihangin a HPG'ê