Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Avrêlê de di saet 07.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên dixwestin Girê Çetan bigirin ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşker ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
2. Ji 21'ê Avrêlê ji danê serê sibê heta 22'ê Avrêlê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Zavîtê û Alaniş, Geliyê Konferansê û Deriyê Dawetiya yên bi ser Heftenînêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
22 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê