Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 25’ê Avrêl'ê de saet di 06.30’an de artêşa dagirker a Tirk leşker daxistiye qada Akdag a Amedê û operasyon daye destpêkirin, operasyona ku li Dest Mala, Seferan, Kosan, Kewnîk, Miçkê, Tepe Tang û Şehîd Xeyrî digire nava xwe operasyona daye detpêkirin. Her wiha di heman rojê faliyetên keşfê jî hatine kirin û van faliyetan encam negirtiye.
2. Di navbera rojên 26-27’ê Avrêl'ê de artêşa tirk a dagirker li Pasûr, Licê, Hênê û Çelê, Heyva sor a Amedê kemîn daniye û li qadên ku mijara gotinê ne Wesayîtên Hewayî yên bê Mirov faliyetên keşfê bê navber didin meşandin.
3. Di roja 26’ê Avrêl'ê di navbera saetên 07.00 û 07.30, 06.00 û 07.00, 01.00 û 02.00'de li devera Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê deverên Şehîd Xafur, Şehîd Karker û Şehîd Rehîme ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatine topbarankirin.
4. Di roja 26’ê Avrêl'ê de di saet 12.00'de artêşa dagirker a Tirk ji Qereqola Elfo ya girêdayê navçeya Solxan a Çewlîkê, li hemberî qada gundê Uruk û Girgiz operasyon pêk aniye, operasyon di saet 04.00'de bê encam paşde vekişiyaye.
27 Avrêl 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê