Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 24'ê Avrêl'ê de girêdayî Colemêrg'ê navçeya Şemzînan li gondê şikeftanê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve operasyonek hatiye li darxistin. di dema operasyonê de leşkerên dijmin bîdonê Mazot'ê yên aîdê gondyan'in agir berdane û îmha kirine, Û herweha dixwazin li gond qereqolek nû ava bikin.
2. Di roja 24’ê Avrêl'ê saet di 23.00 de û roja 25’ê Avrêl'ê saet di 03.00 de, li devera Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê deverên Şehîd Xafur û Şehîd Karker ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatine topbarankirin.
3. Di 24'ê Avrêl'ê di navbera demjmêr 10.30 û 12.30 balefirên Şer yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên Zap û Zagros yên bi ser herêmên parastinê yên Medyayê bi awayek nizm firyane. û herweha li ser van herêma bê navber balfirên keşfê yên bê mirov xebatên keşfê berdewam dikin.
25 Avrêl 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê