HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 29'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker li ser 76 gundên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketine derve ragihand û li van qadan operasyoneke berfireh da destpêkirin.

1'ê Mijdarê saet 10.30'an li nêzî gundê Zirê yê Licê hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker li rasta hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne, hevrêyên me Baran, Çekdar, Întîkam û Mustafa ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin şehîd bûne.

Agahiyên nasnaemeyê yên hevalên me wiha ne:

Nasnav:  Baran Amed

Nav û Paşnav: Îlyas Karakoç

Cihê Jidayikbûnê:  Amed

Navê Dayik - Bav: Emîne – Mehmet Saît

Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Baran – İlyas Karakoç

Nasnav:  Çekdar Amed

Nav û Paşnav: Serhat Coşkûn

Cihê Jidayikbûnê:  Amed

Navê Dayik - Bav: Sadriye – Mehmet Şukru

Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Çekdar – Serhat Coşkun

Nasnav:  Întikam Amed

Nav û Paşnav: Omer Çeleng

Cihê Jidayikbûnê:  Amed

Navê Dayik - Bav: Dîlaz - Mehmet

Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

İntikam – Ömer Çeleng

Nasnav:  Mûstafa Malçok

Nav û Paşnav: Beraat Bozkûrt

Cihê Jidayikbûnê:  Amed

Navê Dayik - Bav: Aynûr - Abdûlmenaf

Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

 

Mustafa – Beraat Bozkurt

Em çar hevrêyên ku ji hembêza Amedê derketine û dîsan li xaka Amedê bi dirûşma ''Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad'' şer kirin û şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînin. Di serî de malbatên wan ên hêja, serê gelê me yê Amedê û Kurdistanê sax be, em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku şehîdên me yên qehreman dewrî me kirine heta serfiraziyê hilgirin."

2. Di 31'ê Cotmehê derengiya şevê û 1'ê Mijdarê saet 17.002an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker qada Gundê Fileha ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medayayê bombe kirine.

 

3’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê