Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me roja 3'ê Mijdarê saet 9'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û stargehên yekîneyên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
2. Êvara 30'ê Cotmehê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Karoxê ya Qendîlê barandin. Di vê bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
4’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê