HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25’ê Tîrmehê de li navçeya Hênê ya bi ser Amedê ye li dijî gundên Celikê, Bataytê û Koçera ji aliyê Artêşa TC’ê opersayoneke hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di 19.30’an de di navbera gerîla yê me û leşkerên Artêşa TC’ê yên derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye, di encama pevçûnên hatiye jiyandin de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

 

Piştî pevçûnê Artêşa TC’ê operasyon berfireh kiriye û hîn jî berdewam dike.

2. Di 26’ê Tîrmehê de di navbera saet 09.00-11.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Govendê, Xapuşkê, Gundên Erguş û Matê, Girên Mamreşo, Hesaba û Lanet, Girê Karker û quntarên wî, herêma Şehîd Dijwar, Avaşîn û Avabasya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li Avabasya destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Herweha gundiyên li Erguş û Matê naçar mane cîhê xwe berdin.

3. Li navçeya Lîce ya bi ser Amedê ve li dijî herêmên Dirya, Kelê, Pûnê û Qiledar ji aliyê yekîneyên veşartî yên girêdayî Artêşa TC’ê bi rengê kemîn û keşfê operasyonek hatiye destpêkirin.

4. Di 26’ê Tîrmehê de di navbera saet 16.00-17.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Şehîd Ahmet û Kevirê Spî ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Di 27’ê Tîrmehê de(îroj) di navbera saet 05.00-07.30’an de û cardin di navbera saet 09.00-10.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Mahîr Mîrzo, Ferhat, Angola û Cehennem, gundên Ertuş, Orê, Sinê û Sernê, Gir û quntarên Karker ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li Mahîr Mîrzo destêkiriye hîn jî berdewam dike.

27 Tîrmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê