Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê TÎrmehê de di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Berîtan û Qebra Zahir ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Ji 25’ê Tîrmehê û vir ve li Çewlik li dijî herêmên Zakê, Sancak, Sîmsar, Keşkan, Saglikçı û Meleka ji aliyê Artêşa TC’ê operasyoneke bi rengê kemîna hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
27 Tîrmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê