Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 15'ê Hezîranê li herêmên Avaşîn, Çelê û Xakurkê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatine lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me yên YJA Starê saet di 09:30'î de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dagirkerên li ser girê Tepê Xwedê xistin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Hêzên me yên YJA Starê saet di 15:20'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperan hate xistin, hejmara leşkerên dijmin ên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Hêzên me saet di 19:00 de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Şehîd Derwêş çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hate xistin hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
2. 15'ê Hezîranê saet di 00:05'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Hate ragihandin ku ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
16’ê Hezîranê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê