HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Artêşa TC’ê ya dagirker 23’yê Tebaxa 2019’an li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medayayê tevgera dagirkeriyê dabû destpêkirin û bi berdewamiya vê tevgera dagirkirinê 16’ê Hezîranê (duh) derengiya şeve artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê daye destpêkirin. Dagirker bi amûrên hewayî yên bêmirov û desteka helîkoptêrên êrîşê li qada Be Bektorya di navbeya Girê Şehîd Bêrîvan û Tepê Dûpişk de ên di navbeyna Girê Şehîd Sîpan û Şehîd Kendal de leşker danîne û liv an deran êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin.

Dewleta TC’ê ya dagirker bi konsepta dagirkeriyê ya ku dixwaze pêş bixe hewl dide ku cihên stratejik ên Qadên Parastinê yên Medyayê bi dest bixe û wan hesaban dike ku Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe. Dewleta TC’ê ya qirker ku konsept û armanca wan dagirkerina xakên Kurdistanê ye, li bara berxwedana gerîla ya ji Qadên Parastina Medyayê heta bi  Bakurê Kurdistanê dagirkerên ku her roj derbên giran dixwin, navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TC’ê wê derba dîrokî bixwe.

Têkilî vê tevgera dagirkeriyê ya ya dijmin ku li herêmê tevdigere agahiyên berfireh heta ku ji dest werin bi raya giştî re wê werin parvekirin.

2. 15’ê Hezîranê saet 21.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirkerqada Derarê ya herêma Metîna ya Qadên Parastinê yên Medyaê bombe kiriye.

17’ê Hezîranê (îro) di navbeyna saet 00.00 û 00.30’an de balafirên şer qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kiriye.

Di van bombebaran de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.

3. 30’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li Ovacik a Dersimê, li geliyê Axvanisê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin. Di operasyonê de ku heta 7’ê Hezîranê dom kirî di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran rû daye. Gelek leşkerên dijmin hatine kuştin, di vî şerî de hevalên me Agir, Delîl, Rênas, Mûnzûr, Gulan û Jiyanda ku 8 rojan bi fedayî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûne.

4. Di daxuyaniya xwe de ya 11’ê Hezîranê me ragihandibû 29’ê EGulanê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Deriyê Egîda ya herêma Herekolê ya Sêrtê operasyonek daye destpêkirin û di vê operasyonê de 3 hevrêyên me yên leheng ku heta bi guleya xwe ya dawî derbên giran li dagirkeran dane şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Berîtan Sila

Nav û Paşnav: Nahîde Tîmur

Cihê Bûyinê: Wan

Navê Dê û Bav: Adile – Abdulkerîm

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Gulan2020 / Sêrt

Beritan – Nahide Timur

Nasnav: Gever Erdem

Nav û Paşnav: Emrullah Kırkagaç

Cihê Bûyinê: Hakkari

Navê Dê û Bav: Bazgan – Seyfettîn

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30 Gulan2020 / Sêrt

Gever – Emrullah Kırkağaç

Nasnav: Serhildan Agirî

Nav û Paşnav: Dilan İlhan

Cihê Bûyinê: Sêrtt

Navê Dê û Bav: Wetha – Abdulmecît

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Gulan2020 / Sêrt

Serhıldan – Dilan İlhan

Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan serhildêriya cografyaya ku lê mezin bûne bandora xwe li wan kiriye, rastiya dijmin ê zû nas kirine û di salên ciwantiyê de di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de cihê xwe girtine. Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan ku ji roja tevlî nav refên gerîla bûne bi tevlêbûneke jidil bûne gerîlayên zîrek, li dijî êrîşên ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser Kurdistanê pêş xistine bi çalaki bersiv dane û di nav pratîkê de bûne şervanên zîrek. Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan di nav berxwedana gerîla de bi fedakariyeke mezin cihê xwe girtine û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gele me şer kirine.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didine hemû gele xwe yê welatparêz û em soz didin heta ku em îdealên şehîdên xwe bi cih bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

17’ê Hezîranê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê