HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî Û Rayagiştî Re

1.Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin.Hêzên me derbeyên giran li dagirkeran dan û agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

 Roja 23’ê Hezîranê hêzên me yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê bi cih bûbû, xistin bin kontrola xwe. Hêzên me ku demek dirêj yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe saet 14:20’an de bi serkeftî li wan dan. Di çalakiyê de çeperên ku yekîneya dijmin diparast hate rûxandin, 5 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker ku di çalakiyê de derbeyek giran xwar bi obus, hawan û tankan herêm bombebaran kir. Yekîneya me ku çalakî li dar xist bi silametî gihişte baregeha xwe.

Roja 24’ê Hezîranê saet 02:00’an hêzên me li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sariya ya herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyekî sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

2.Roja 24’ê Hezîranê (îro) saet 08:00’an hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Stûna ya sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Leşkerên dijmin ku ji bo parastina rê diçûn Girê Stûna hêzên me wan li tengava Zavîte kir hedef. Hêzên me bi serkeftî li yekîneya dijmin xist û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

3.Roja 12’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Omerya ya navçeya Nisêbin a Merdînê dest bi opereasyona dagirkirinê kir. Hêzên dagirker bi helîkopteran û balafirên şer herêma operasyonê bi giranî bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

24’ê Hezîranê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê