HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Me berê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di 28’ê Gulanê de di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de du hevalên me şehîd bûbûn. Sicilên hevalên me aryana (Zozan ibrahîm ) û Ruken ( Bişeng Yaman ) yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Aryana Botan

Nav û paşnav: Zozan Îbrahîm

Cihê jidayîkbûnê: Dêrik

Navê dê û bav: Henîfa-Hemît

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an/Qendîl

Aryana – Zozan İbrahim

Nasnav: Rûken Goyî

Nav û paşnav: Bîşeng Yaman

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Emîne - Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an/Qendîl

Ruken – Bişeng Yaman

Rêhevalên me Aryana û Rûken li hemberî zext û êrîşên li ser gelê Kurd di dem û cihên cuda de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne.

Ev herdu hevalên me  yên jin li qadên ku lê mane, bi kedkarî û girêdayîna xwe ya bi tevgerê re tên zanîn. Li gorî Îdeolojiya Jina Azad a Rêbertî xwe bi pêş ve birine û bi awayekî serkeftî peywirên xwe bi cih anîne. Ev herdu hevalên me yên jin heta kêliyê dawî ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk xwedî têkoşîneke mezin de bûne.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê bigihînin serfiraziyê ya ku rêhevalên me hilgirtine û di şexsê herdû malbatên hêja yên her du rêhevalên me, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.

25’ê Hezîranê 2019

Navenda Ragihandin Û Çapemeniya HPG’ê