Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 11'ê Cotmehê saet 09:00'an hêzên me li Kela Bedewê li dijî dagirkeran çalakiyeke karîger kirine.
Di çalakiyê de hêzên me li mewziya Bombeavêjê ya dagirkeran dane û di encamê de 3 dagirker hatine cezakirin. Çekeke bombeavêj û mewziyek hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dewleta TC'ê ya dagirker bi wesayitên sivîl windahiyên xwe ji qadê birine.
Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Cumalî Çorum ku bi êrîşên çekên kimyewî şehîd bûyî û ji bo tola şehîdên Werxelê hatiye kirin.
2. 11'ê Cotmehê saet 17:10'an û 17:40'î li herêma Zapê, qada Çiyayê Reş bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 11'ê Cotmehê saet navbeyna 23:00-23:50'î derdora Dola Heval Cuma ya li qada Golka a herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 12'ê Cotmehê saet di navbeyna 23:00-23:50'î de derdora Çemê Lolanê ya herêma Xakurkê û qadên Sinînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 12'ê Cotmehê saet navbeyna 15:00-21:00'an li ser eta Qaşûrê ya herêma Metîna tevgera helîkoptêra çêbûye. Eynî saetan quntarên Girê Mozella bi helîkoptêrên êrîşê û obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.
– 12'ê Cotmehê saet navbeyna 23:00-23:50'î li qadên Mervanos a herêma Avaşîn, Tabûra Ereban û qada Banista tevgera helîkoptêran çêbûye. 11'ê Cotmehê saet 16:55'an qada Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
13’ê Cotmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê