HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

13'ê  Cotmehê saet 11:30'an hêzên me bi çekên giran dagirkerên li Girê Azad kirin hedef û li wan dane.

Di vê çalakiyê de hedefên ku hatine diyarkirin bi serkeftî derb xwarine, hijmara dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, nehatiye tespîtkirin.

2. Di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

13'ê Cotmehê saet 14:00'an, hêzên me bi çekên giran li Girê Silêman li dagirkeran dane. Di encama çalakiyan de armancên cihên ku weke hatine diyarkirin, derb xwarine.

3. 14'ê Cotmehê saet di navbeyna 07:10-09:55'an de qadên gundê Rençbiaxa û Çemço ya herêma Zapê bi çekên giran hatine bombekirin.

13'ê Cotmehê saet navbeyna 12:00-18:00'an li herêma Avaşînê, Stûnê û li herêma Zapê qada Werxelê bi çekên giran û balafirên şer hatine bombekirin.

13'ê Cotmehê saet di navbeyna 12:00-13:00'an de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê, qadên Kendekola û Sinînê bi balafirên şer hatine bombekirin.

4. Kesên ku sîxûriyê ji dewleta Tirk re dikin, hewl didin cihên hêzên me yên li herêma Metîna tespît bikin. Ji ber ku sîxûrên bi niyeta nebaş û gelê me yê sivîl ji hev kişf bibe, em bang dikin ku gelê me yê li herêmê zêde nêzî niqteyên leşkerî yên hêzên me nebin û li dijî van sîxûran bihistyar bin.

14’ê Cotmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê