Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 6’ê tîrmehê de bi roj saet di 13:30’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Çiya Reş û Girê Ferhat ku li Zapê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
2. Ji 25’ê pûşperê pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên di navbera Nebarê, Xurekan, Mûşan, Mevgava û gundên Kalekê ku girêdayî Bajêrganê ne operasyonek li dar dikeve. Gundên ku navên wan derbas dibin ji hêla leşkerên artêşa TC’ê ve hatine serdegirtin û li ser gel sîxuriyê ferz dikin. Ji bona ku gel bitirsînin jî ji nêz ve firokeyên kobra jî firîn dikin.
7 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê