HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 7’ê tîrmehê de ji hêla balafirên şer ên artêşa TC’ê ve bi şev saet di navbera 21:30-23:00’yan de li hember Şikefta Birîndaran ku girêdayî Zapê ye êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.

2. Di 5’ê tîrmehê de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Petrot û Kinyanişê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi obûs û hawanan li dar xistiye. Êrîşa hawan û obûsan ji 5’ê tîrmehê pê ve hê jî didomin.

3. Di 30’yê pûşperê de artêşa TC’ê li qada Omeryanê ku girêdayî Mêrdînê ye operasyonek dabû destpêkirinê û ev operasyona ku bi piştgiriya hêza hewayî didomiya, di 3’yê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye.

4. Di 26’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Serê Spî ku girêdayî Şenyaylaya Mûşê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de firokeyên kobra qadê bombebarîn kirine û operasyon di 28’ê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.

8 Tîrmeh 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê