Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Bi çarçoeya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me 13’ê Tîrmehê saet 10.15’an li Colemêrg Geverê, li girê Şehîd Gafûr çalakiyek li dijî artêşa dagirker a TC’ê kirin.
Di çalakiyê de kozikên dijmin derbên giran xwarin. Di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên leşkeran tam diyar nebû.
2. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Berfirehiya çalakiyê wiha ye;
13’ê Tîrmehê sat 14.00’an hêzên me li Elbaq a Wanê, li qada Geliyê Masîro qemyoneteke ku malzeme ji qeroqolên ser sînor re dibirin rawestandin. Hêzên me hin dokumanên leşkerî û 1 tifinga bi pompeyê û malzemeyên pê re şewiwandine. Ajokarê qemyonetê piştî ku deng lê hatiye kirin hatiye berdan.
14’ê Tîrmeê saet 04.30’An hêzên me li Şirnexê bi ser qereqola TRT Gabarê de girtin. Di çalakiyê de hêzên me ji du baskan ve li kozikan reşandin û 2 leşkerên dijmin di encamê de hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistiye.
14’ê Tîrmehê li Sêrt Berwarî, dema ku wesayiteke zirxî ya artêşa dagirker a TC’ê ber bi qada Çemê Karê ve diçû, hêzên me saet 11.15’an çalakiyeke sabotajê li ser kirine. Di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya kobra hatiye rûxandin û 8 leşkerên dijmin hatine kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker saet 21.00’an qerqoteya wesayita zirxî û leşkerên kuştî bi alîkariya wesayitên zirxî rakirine.
3. Ev pêlek e artêşa dagirker a TC’ê li Qers Qaxizmanê li qada Madûrê hewl dide ku yekîneyên veşartî bi cih bike. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê hêzên me 13’ê Tîrmehê saet 21.30’an li dijî yekîneyeke xef ku dihate xwestin li qadê bi cih bibe çalakiyeke sabotajê kirin û di encama vê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.
4. 12’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Bedlîsê, li qada Şêx Cuma operasyonek dane destpêkirin. Heman rojê berê sibehê hêzên me yekîneyeke operasyonê kirin jêr kontrola xwe û çalakiyek li dijî wan kirin. Di çalakiyê de ji du baskan ve li yekîneyên dijmin hate reşandin û 4 leşker hatin kuştin. Operasyon heman rojê ber bi nîvro ve ji qadê vekişiya.
5. 10’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya daigrker bi desteka amûra hewayî ya bêmirov li Qulpê ya Amedê li qada Şehîd Kawa operasyonek da destpêkirin. 11’ê Tîrmehê saet 01.30’ê balafiren şer û helîkoptêrê êrîşê qada yekîneyeke me ya li ser peywirê bombe kir. Di bombekirinê de 3 hevalên me şehîd bûn. Operarsyon heman rojê saet 13’ê Tîrmehê saet 12.00’an vekişiyaye.
6. 8’ê Tîrmehê li Sêrt Berwarî li nêzî gundê Şûxa endamên îstîxbarta jandarma ku kincên leşkerî yên gerîlayên me li xwe kirine êrîş birin ser kozikeke qorîciyan. Di navbeyna endamên îstîxbaratê û qorîciyan de şer derket, 2 qorîcî û 2 endamên îstîxbaratê birîndar bûne. Piştî ku qorîciyan endamên îstîxbaratê zext kirin, fêhm kirin ku ev qomloyek e. Li ser vê bûyerê gelek qorîciyên herêmê çekên xwe berdan.
Artêşa dagirker a TC’ê bi lîstikên gemarî dixwaze qorîciyan bi ser me de bişîne û bide şerkirin. Beriya niha jî hatiye gotin, ti kesê ku derneketî operasyonê û rola wan di şehîdbûna gerîlayên me de nîn e ne hedefa me ne. TC ya dagirker bi provakasyonên wiha dixwazin qorîciyan li dijî gerîlayên azadiyê bide şerkirin. Ên ku li Kurdistanê qorîcitiyê dikin, li dijî van provakasyonên dewleta dagirker ku jiyana wan ne di xeman wan de ye, li dijî van polîtîkayan divê hişyar bin û nebin amûra polîtîkayên dijmin, li rex têkoşîna azadiyê ya gelê xwe rawestin.
15’ê Tîrmehê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê