Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
27'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Xîzan a Beldîsê, artêşa TC a dagirker bi desteka hewayî û tevlîbûna kontrayan dest bi operasyoneke berfireh kir.
28'ê Hezîranê balafirên şer û helîkopterên bi tîpa atak bomberdûmaneke giran li herêmê kirin û piştre hêzeke berfireh a leşkerî ku yekîneyên kontra jî di nav de bûn, bi helîkopterên Skorsky li herêmê hate danîn. Di navbera yekîneyên dijmin ên ketin qadê û hêzên me yên gerîla de şerekî giran qewimî. Dijmin di dema vî şerî de jî ji hewayê bomberdûmaneke giran kir û bi vî rengî xwest encamê bigire. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Şer heta 29'ê Hezîranê dewam kir û Endamê Fermandariya Herêma Navîn û Fermandarê me yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever tevî 6 hevalên me bi fedayî şer kirin û şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Welat Gever Nav paşnav: Sefer Acar Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Emîne-Hacî Resûl Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs |
Welat – Sefer Acar
Nasnav: Viyan Çiya Nav paşnav: Vahîde Çalkendîr Cihê jidayikbûnê: Qers Dayik-Bav: Fatma-Surmelî Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs
|
Viyan – Vahide Çalkendir
Nasnav: Serxwebûn Zagros Nav paşnav: Cîhan Acar Cihê jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Menîce-Sabrî Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs
|
Serxwebun – Cihan Acar
Nasnav: Rojhat Azad Nav paşnav: Emrah Demîrkol Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Hafîze-Nûrettîn Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs
|
Rojhat – Emrah Demirkol
Nasnav: Huseyîn Garzan Nav paşnav: Surgun Akbay Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Dayik-Bav: Çîçek-Mehmet Mansûr Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs |
Hüseyin – Sürgün Akbay
Nasnav: Ferzad Medî Nav paşnav: Huseyîn Abic Cihê jidayikbûnê: Îdir Dayik-Bav: Zahîde-Îbrahîm Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs
|
Ferzad – Hüseyin Abıc
Nasnav: Faraşîn Sîpan Nav paşnav: Bahar Înan Cihê jidayikbûnê: Îzmîr Dayik-Bav: Salîha-Cemal Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs
|
Faraşin – Bahar İnan
Ji bo şehadetan, em sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku heta azadiya gelê xwe ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têbikoşin.
16’ê Tîrmehê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê